Nêçîrvan Barzanî: PDK alavek e bo xizmetkirina gel û parastina destkeftiyan

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera 80ê ya damezrandina PDKê û 16ê Tebaxê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de tekez li ser berpirsiyariya neteweyî ya PDKê wekî pêşenga tebayî û pêkvejiyanê kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî ji bo 80 saliya damezrandina PDKê:

Di salvegera 80ê ya damezrandina partiya me, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, em bi rûmet Barzaniyê Nemir û hemî qehreman, şoreşger û Pêşmergeyên mêrxas bibîr tînin, ku bi bawerî û fedakarî pêxemetî azadiya Kurdistanê canê xwe da. Em serê rêz û hurmetê li beranber canê paqij ê şehîdan ditewînin û silavan ji bo malbat û kesûkarên wan ên serbilind şînin.

Ez vê bîranîna pîroz li malbatên serbilind ên şehîdan, li hemî gelê Kurdistanê, li cenabê Serok Barzanî û serkirdetî, organ, kadro, endam, alîgir û cemawerê dilsoz ê partiya me pîroz dikim. Di vê qonaxa dîrokî de, em bi hêvî û baweriyeke bihêz peymana berdewamiya kar û xebatê pêxemetî armancên bilind ên gelê Kurdistanê tekez dikin.

PDK berî 80 salan, wekî pêdiviyeke dîrokî ji nav xewn û daxwazên gelê Kurdistanê ji dayik bû, da ku rêberiya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê ber bi azadiyê ve bike. Îro jî piştî heşt dehsalên tijî qurbanîdan û destkeftiyên mezin, bi heman pêt û gurr û berpirsiyariya dîrokî ve di xebata berdewam de ye, ji bo parastina destkeftiyên destûrî û anîna paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê.

Di vê bîranîna pîroz de, em tekezê li ser berpirsiyariya neteweyî ya PDKê wekî pêşeng û daynamoya bihêzkirina tebayî, pêkvejiyan û civandina gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve dikin. PDK dê herdem destpêşxêr be ji bo nehêlana astengiyan û guherîna wan bo derfetên xizmetkirina welat.

Di vê bîranînê de, em tekez dikin ku ji bo parastina vî karwanê tijî serbilindî, divê em berdewam xwe ligel canê serdemê û pêşketinan nû bikin, sazîbûn û pêşxistina rêveberiyê pêş bixin da ku PDK wekî herdem bawerî û garantiya sereke ya mafên rewa yên gelê Kurdistanê be.

 

Silav li bîranîna 16ê Tebaxê, rûmet ji bo canê paqij ê şehîdên Kurdistanê.

 

Nêçîrvan Barzanî

16ê Tebaxa 2026ê