Emar Hekîm: PDK roleke giring di çespandina demokrasiyê de hebûye

Emar Hekîm
Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm bi helkefta salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li Serok Barzanî kir, her wiha rola PDKê di çespandina piroseya siyasî û demokrasiyê de li Iraqê bilind nirxand.

Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm Îro Yekşemê, 16ê Tebaxa 2026ê, di peyamekê de bi helkefta bîranîna salvegera 80ê ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK); pîrozbahî li Serok Barzanî, serkirdetî, kadro û cemawerê PDKê kir.

Emar Hekîm di peyama xwe de hêviya zêdetir serkeftin û pêşketinan ji bo PDKê xwest, ji bo berdewambûna di karwanê xebata neteweyî de û xizmetkirina keç û kurên gel bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî.

Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Nîştimanî ron jî kir ku damezrandina PDKê qonaxeka diyar bû di tevgera jiyana siyasî û neteweyî ya Iraqê de, bi dirêjahiya bi dehan salan di xebatê de pêxemetî çespandina mafên gelê Kurdistanê, amadebûneke bibandor hebûye, her wiha berevanî ji behayên azadî û dadperweriyê kiriye û roleke girîng di bihêzkirina piroseya demokrasiyê de lîstiye.

Di dawiya peyama xwe de jî, Serokê Tevgera Hîkmeyê rola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di piştevankirina piroseya siyasî û tevgera demokrasiyê de li Iraqê bilind nirxand.

Di eynî demê de tekez li ser pêdivîtiya berdewambûna hemî hêzên nîştimanî li ser bicihanîna rêya danûstandinan, hevfêmkirin û hevpariyê kir, wekî yekane rê ji bo çareserkirina dijwariyan û çespandina tenahiyê.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li roja 16ê Tebaxa sala 1946ê bi serokatiya Mela Mistefayê Barzanî hat damezrandin. Ev partî yek ji partiyên sereke û diyar ên meydana siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ye.