Hevpeymaniya Ezmê pîrozbahî li Serok Barzanî û PDKê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevpeymaniya Ezmê ya Iraqê bi helkefta salvegera 80ê ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) germtirîn pîrozbahî li Serok Barzanî, serkirdetî, kadro, endam, alîgirên PDKê û hemî gelê Kurdistanê kir.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Hevpeymaniya Ezmê ya Iraqê îro Yekşemê, 16ê Tebaxa 2026ê, di beyannameyekê de diyar kir ku ev bîranîn libîranîna karwanekî dûrûdrêj ê siyasî û neteweyî ye, ku di sala 1946ê de li ser destê Xudêjêrazî Mela Mistefayê Barzanî hatiye destpêkirin.
Di pareke din a wê beyannameyê de hatiye: "Em tevî pîrozbahiyên xwe, bilindnirxandina xwe ji bo rola Partiya Demokrat a Kurdistanê di meydana siyasî ya Iraqê û pişkdariyên wê yên bibandor di karwana neteweyî de diyar dikin, her wiha em ronahiyê berdidin ser wan qurbanîdanên ku vê partiyê di çend dehsalên borî de pêşkêş kirine."
Di dawiya wê beyannameyê de, Hevpeymaniya Ezmê hêviya serkeftinên berdewam ji bo Serok Barzanî û serkirdetiya PDKê xwestiye, her wiha hêvî jî kiriye ku gelê Kurd û hemî pêkhateyên Iraqê di bin siya ewlehî, tenahî û zêdetir pêşxistinê de bijîn.