Elî Husên: PDK û YNK di vê heftiyê de dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebceyê Elî Husên ragihand ku nêzîkbûneke baş di navbera PDK û YNKê de heye, ew nêzî pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bûne, her wiha pêngavên wan jî ber bi çalakkirina parlamentoyê ve ne.
Elî Husên îro Yekşemê, 16ê Tebaxa 2026ê, di konferanseke rojnamevanî de diyar kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di gelek qonaxên girîng de hevpeymana Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûye û di demên borî de hinek bilindî û nizmî di siyasetê de hebûne.
Elî Husên da zanîn jî ku ji ber pêkneanîna hikûmetê û çalaknekirina parlamentoyê, ev qonax pir hestiyar e û berpirsiyariya hemî aliyan e, bi taybetî PDK û YNKê wekî du partiyên sereke ji bo derbazbûna ji vê qonaxê.
Li ser nêzîkbûn û civînên di navbera PDK û YNKê de, Elî Husên da xuyakirin ku nêzîkbûneke baş di navbera her du aliyan de heye û ew bawer dike ku ev rûniştin dê bandoreke erênî bikin. Wî eşkere jî kir ku di çend rojên borî de bêyî ku ji bo ragihandinê bê eşkerekirin civînên wan hebûn, û di vê heftiyê de jî hin civînên din tên kirin û pêngav ber bi çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê ve ne.
Elî Husên ron jî kir ku PDKê herdem nermî li beranberî YNKê nîşan daye, ji hilbijartinên 1991ê heta niha, û got: "Niha jî me hesabê wê yekê nekiriye ku YNKê 23 kursî hene, belku me hesabê wê yekê kiriye ku YNK hevpara me ye; lê ligel wê jî, demê hilbijartin tê kirin, divê rêz li deng û îradaye xelkî jî bê girtin."
Di pareke din a axaftina xwe de, Elî Husên diyar kir ku Îlona par tevgera Nifşê Nû bi rêya kesatiyekî siyasî peywendî bi wan re kiriye û pêşniyar kiriye ku 15 kursiyên xwe ligel PDKê bikin 50+1 û hikûmetê bêyî YNKê pêk bînin, lê PDK ji ber du sedeman amade nebûye.
Navborî ew sedem jî eşkere kirin û got: “Sedema yekê ew bû ku me nexwest bêyî YNKê hikûmetê pêk bînin, ji ber ku PDK û YNK temamkerên hev in. Sedema duyê jî ew bû ku di wê demê de Şaswar di zîndanê de bû û me baş nedît ku lihevkirin di zîndanê de bê kirin, belku me baş dît ku azad be da ku bi azadî lihevkirinê bikin.