Berpirsekî HSDê: Di demeke nêzîk de HSD û YPGê tên hilweşandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) aşkere kir, di demeke pir nêz de dê hilweşandina HSD û YPGê bi fermî tê ragihandin û piraniya pirsgirêkên bi Şamê re hatine çareserkirin.
Berpirsê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li herêma Kobanî Mehmûd Berxwedan ji bo rojnameya "Turkiye" ya tirkî re ragihand, êdî qonaxeke nû dest pê dike û di nava çend rojên bê de hilweşandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û HSDê dê bi fermî were ragihandin û êdî saziyek bi navê "Rêveberiya Xweser" jî namîne.
Wî berpirsê HSDê destnîşan kir, danûstandinên bi hikûmeta Şamê re yên ji bo yekbûna serbazî gihîştine qonaxa dawî û got: "Di navbera me û Şamê de %99ê pirsgirêkan hatine çareserkirin. Pêvajoya radestkirina saziyên giştî û bîrên neftê bo hikûmeta navendî di qonaxa dawî de ye."
Li gorî agahiyên ku Mehmûd Berxwedan parve kirine, heta niha nêzîkî 10 heta 12 hezar şervanên HSDê bi awayekî fermî tevlî Artêşa Sûriyeyê bûne. Berxwedan bang li Şamê kir jî, di destûra nû ya welat de mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî bên parastin û rêz li nasnameya wan bê girtin.
HSD ku di sala 2015an de bi pêşengiya YPGê hatibû avakirin, di dema derbasbûyî de van hêzan bi piştgiriya Amerîkayê li dijî çekdarên DAÎŞê şer kiribûn.
Ji ber guhertinên siyasî yên herêmê, destpêşxeriyên taybet bi pêvajoya aştiyê ya li navxweya Tirkiyeyê û asayîkirina têkiliyên navbera Enqere û Şamê, zexteke mezin ket ser HSDê da ku bi hikûmeta navendî re li hev bike.