Fuad Husên: PDK li Iraqê stûna çespandina pirrengiya siyasî û demokrasiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, bi helkefta 80emîn salvegera damezrandina PDKê û rojbûna Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê weşand. Husên di peyama xwe de rola PDKê ya di jiyana siyasî û niştimanî ya Iraqê de bilind nirxand.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 16ê Tebaxa 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî (X), peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî serkirdatî, endam û cemawerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir. Husên bal kişand ku ev salvegera 80emîn a PDKê, hevdem e ligel rojbûna Serok Mesûd Barzanî.

Fuad Husên di peyama xwe de bal kişand ser pêgeha PDKê ya li ser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê û got: "Di vê helkeftê de, em beşdariya giring a PDKê ya di jiyana siyasî û niştimanî ya Iraqê de bilind dinirxînin. PDKê di warê çespandina pirrengiya siyasî û bihêzkirina tevgera demokrasiyê de roleke berçav lîstiye."

Wezîrê Derve yê Iraqê hêvî xwast ku ev bîranîn bibe handerek ji bo yekrêziyê û diyar kir ku ji bo aramiya Iraqê, pêdivî bi karê hevpar heye. Husên di dawiya peyama xwe de hêviya Iraqeke geşedayî û aram xwest û daxwaz kir ku hemû alî ji bo yekrêziya nîştimanî û bihêzkirina aramiyê xebatên xwe bidomînin.