Li parêzgeha Dihokê daweta bikom a 900 ciwanan hate kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê û îdareyên serbixwe yên derdora wê, bi helkefta salvegera damezrandina PDKê, daweta bikom a 900 ciwanî (450 hevjîn) hate lidarxistin. Di çarçoveya vê projeya mirovî de, 10 milyon dînar wekî diyarî bo her malbateke nû hate dayîn.
Îro 16ê Tebaxa 2026an, li parêzgeha Dihokê û îdareyên serbixwe yên Zaxo û Akrê û navçeyên Amêdî û Şêxanê, şahiyeke mezin a daweta bikom hat lidarxistin. Ev proje li ser raspardeya Serok Mesûd Barzanî û bi piştgiriya darayî ya Mensûr Barzanî hate amadekirin.
Rêkxêrên projeyê ragihandin ku ev proseya niştimanî hevdem e ligel 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û rojbûna Serok Mesûd Barzanî. Di vê destpêşxeriyê de 450 malbatên nû, bêyî cudahiya olî û siyasî beşdar bûn.
Dabeşbûna malbatan li gorî navçeyan bi vî rengî ye: Dihok û Sêmêl 150, Zaxo û Batîfa 90, Akrê û Berdereş 90, Amêdî 60 û Şêxan 60 malbat.
Hate diyarkirin ku 81 malbat ji van malbatên nû, ji kesûkarên şehîdan in.
Yek ji mercên sereke yên projeyê ew bû ku beşdar beriya niha nezewibîbin û piştî ku navên wan derketine, ti dawet an şahiyên cuda negerandibin.
Wekî piştgirî û alîkariya ji bo destpêkirina jiyana hevbeş a ciwanan, ji aliyê Mensûr Barzanî ve diyariyeke darayî bi qasî 10 milyon dînar pêşkêşî her malbateke nû hate kirin. Herwiha hemû xercî û lêçûnên lidarxistina dawetê ji aliyê projeyê ve hatin girtin, da ku ciwan bêyî ti barê giran ê aborî dest bi jiyana xwe ya nû bikin.