Zeydî tekezî li ser lezkirina pêvajoya kirîna sîstema berevaniya asmanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Falih Zeydî, li gel Fermandariya Berevaniya Asmanî civiya. Zeydî ferman da ku peymanên kirîna sîstemên pêşkeftî yên ji kompanyayên biyanî bilez werin cîbicîkirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir, Serokwezîr Elî Falih Zeydî îro 16ê Tebaxa 2026an civîneke taybet bi Fermandariya Berevaniya Asmanî re pêk anî. Di civînê de Serokerkanê Artêşê û Rêveberê Nivîsgeha Fermandarê Giştî jî amade bûn.

Di civînê de plana parastina asmanê welat û bihêzkirina şiyanên leşkerî hatin gotûbêjkirin. Serokwezîr Zeydî tekez kir ku armanca wan a sereke, bilindkirina asta amadebaşiya hêzan e, bi rengekî ku parastina asmanê Iraqê û serweriya temam a nîştimanî mîsoger bike.

Tewereke sereke ya civînê li ser wan peymanên leşkerî bû ku beriya niha Iraqê bi kompanyayên biyanî re îmza kiribûn. Zeydî ferman da ku pêvajoya hawirdekirin û wergirtina sîstem û amûrên teknîkî yên pêşkeftî were lezkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Zeydî destnîşan kir ku divê her çi zûtir be toreke yekgirtî ya berevaniya asmanî ya Iraqê were temamkirin. Ev sîstem dê şiyana artêşê ya di warê çavdêrî û kontrolkirina asmanê welat de bigihîne asteke bilind û rê li ber her cure binpêkirinan bigire.