Qalîbaf: Hevtêgihiştina bi Amerîkayê re şanazî û serkeftina dîplomasiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf hevtêgihîştina di navbera Îran û Amerîkayê de wek "belgeya şanaziyê" binav kir. Qalîbaf diyar kir, Amerîka û Îsraîl di pêkanîna armancên xwe yên leşkerî yên li dijî Îranê de bi temamî bi bin ketine.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro 16ê Tebaxa 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, lihevkirina dawî ya bi Amerîkayê re, nîşaneya serkeftina Îranê ya di qada dîplomasiyê de ye. Qalîbaf destnîşan kir, Amerîka û Îsraîl bi 9 armancên eşkere êrîşî Îranê kirin, lê di ti astekê de nekarîn bigihîjin armancên xwe.

Qalîbaf ev pêvajoya dawî wekî "mezintirîn têkçûna reha ya Amerîka û Îsraîlê" bi nav kir û got: "Vê serkeftina leşkerî û dîplomatîk bi saya berxwedana 90 mîlyon welatiyên Îranê pêk hat. Gelê me bêyî cudahiya bîrûbawerî, ol, mezheb û netewe, bi her awayî berevanî di mafên xwe û xaka xwe de kir. Dibe ku gelê me hîn mezinahiya vê serkeftinê wekî ku heye nas nekiribe, lê ev şanaziyek e ji bo hemû azadîxwazên cîhanê."

Ev daxuyaniyên Qalîbaf di demekê de tên ku rageşiya li navçeyê, bi taybetî li dor Tengava Hurmizê, gihîştiye lûtkeyê. Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya niha îdia kiribû ku ew ê Tengava Hurmizê bikin perçeyek ji axa Amerîkayê.

Li hemberî van îdiayan, Serokê Dezgeha Dadwerî ya Îranê Xulamhusên Muhsinî Ejeyî bersiveke tund da. Ejeî daxuyaniyên Trump wekî "berhemê wehm û xeyalan" bi nav kir û tekez kir ku xwediyê rastîn û serwerê Tengava Hurmizê tenê Komara Îslamî ya Îranê ye. Ejeyî hişyarî da ku her cure "serpêhatiyeke leşkerî" li vê tengavê, dê bi têkçûna hêzên destdirêjkar biqede.