Li deşta Hewlêrê dîrokeke veşartî derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Şûnwar û Kelepora Hewlêrê ragihand ku di encama vekolînên li deşta Hewlêrê de, parçeyekî paxir ê serdema fermanrewayê Moxolan Hulagu Xan hatiye dîtin. Ev yekem car e ku vekolîneka bi vî rengî ya berfireh bi temamî ji aliyê tîmên navxweyî ve tê birêvebirin.

Rêveberiya Şûnwar û Kelepora Hewlêrê bi hevkariya Zanîngeha Selahedînê, li herêma "Heze (215)" ya li deşta Hewlêrê dest bi vekolîneke berfireh kiriye. Ev proje ji aliyê pispor û kadroyên kurd ve û bi bikaranîna amûrên herî pêşkeftî tê meşandin.

Rêveberê Şûnwar û Kelepora Hewlêrê Nadir Babekir ji bo Kurdistan24ê aşkere kir, di vekolînan de gelek berhemên dîrokî yên giring hatine dîtin. Babekir herwiha got: "Yek ji dîtinên herî bêhempa, parçeyekî paxir e ku navê 'Hulagu' li ser hatiye kolandin û ji serdema wî maye. Herwiha nîşan hene ku li vê herêmê şûnwarekî giring ê olî jî hebûye."

Di şûnwarê "Heze" de, ji bilî parçeyê Hulagu, gelek mohr, sîke (pereyên metalî), kûp û berhemên bi nexş û nîgarên serdemên Eşkanî û Sasaniyan jî hatine dîtin. Nadir Babekir destnîşan kir ku ev vedîtin dewlemendiya dîroka Hewlêrê careka din nîşan didin.

Rêveberê Şûnwar bal kişand ser firehiya nexşeya şûnwarî ya herêmê û diyar kir ku Hewlêr di serdemên kevin de ji toraka bajarên biçûk, gund û sûrayên dirêj pêk dihat. Babekir got: "Lêkolînên me nîşan didin ku ji deşta Hewlêrê heta sînorê Kerkûkê, rûbereke pir berfireh a şûnwarî û dîrokî heye."

Li gorî zanyariyên ku Nadir Babekir parve kirine, heta niha li navenda Hewlêrê 1.200 şûnwar, li Koyeyê 400 şûnwar û li Herîr û Şeqlawayê 200 şûnwar hatine tomarkirin.