Elî Husên: Nîşanên erênî ji aliyê YNKê ve hene û em di demeke nêz de dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya PDKê Elî Husên ragihand, piştî 80 salan ji damezrandina wê, PDK hîn jî partiya yekem a Kurdistanê ye. Husên her wiha razekî siyasî yê derbarê danûstandinan de eşkere kir û bal kişand ser nêzîkbûna helwestên PDK û YNKê.
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên îro 16ê Tebaxa 2026an beşdarî bernameya "Basî Roj" a Kurdistan 24ê bû. Husên bi helkefta 80emîn salvegera PDKê nirxandinên giring li ser rewşa siyasî û peywendiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê kirin.
Elî Husên diyar kir, damezrandina PDKê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem pêdiviyeke dîrokî bû û got: "Gelek partiyên herêmî yên ku beriya 70-80 salan hatine avakirin, niha yan nemane yan jî pir qels bûne. Lê PDK îro 80 saliya xwe pîroz dike û di dilê proseya siyasî de wekî partiya yekem a Kurdistanê dimîne."
Elî Husên di bernameyê de ji bo cara yekem razek eşkere kir û ragihand, par di meha îlonê de, dema ku Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd di girtîgehê de bû, kesekî nêzîkî wî serdana PDKê kiriye.
Husên got: "Wan pêşniyar kir ku ji bo pêkanîna hikûmetê, bi PDKê re li hev bikin. Lê piştî ku me serkirdatiya xwe agahdar kir, me bi fermî bersiv da û got; em ne amade e bêyî YNKê hikûmeta nû pêk bînin. Herwiha me destûr neda ku em bi kesekî di girtîgehê de ye re peymanan îmza bikin."
Derbarê têkiliyên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re, Husên diyar kir ku nîşanên erênî hene û di demeke nêz de civînek dê pêk were. Herwiha destnîşan kir ku her çend carinan serkeftin dibe hincet ji bo postan, lê PDK her tim amade ye ji bo xizmeta gel û parastina yekrêziyê bi YNKê re rûne.
Elî Husên derbarê kêm xizmetguzariya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê de bal kişand ser dabeşkirina budceyê û got: "Ji sala 2003 heta 2013an, ji sedî 43ê budceya Kurdistanê rasterast ji bo Silêmaniyê hat şandin. Berpirsên herêmî yên wir ji îdarekirina wê budceyê berpirsiyar in. PDK her tim dixwaze xizmeta Silêmaniyê bike, lê carinan astengî tên derxistin."
Di dawiya axaftina xwe de, endamê Polîtburoya PDKê bal kişand ser alozî û şerê li Rojhilata Navîn û hişyarî da: "Agirê şerê li navçeyê dibe ku me jî bigire. Di vê qonaxê de erkê dîrokî û niştimanî yê hemû partiyan e ku yekrêzî û yekîtîyê hilbijêrin."