Dijeterora Kurdistanê: Ev êrîş nayên qebûlkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêxistina Dijeterora Kurdistanê ragihand ku serê sibeha îro Duşemê, ji aliyê sînorê Îranê ve bi du dronên bombekirî êrişî ser nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê hate kirin, lê di êrişê de ti zirarên canî çê nebûne.
Dijeterora Kurdistanê li serê sibeha îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir: "Saet 12:28 ê serê sibeha îro, du dronên bombekirî yên Hedîd-110 ji aliyê sînorê welatê Îranê ve bo ser bingeha nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê hatine arastekirin."
Di wê daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi xêr û xweşî di encama van êrişan de ti zirarên canî neketine holê.
Dijeterora Kurdistanê tekez jî kir ku ew van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û diyar kir: "Ev destdirêjî bi ti awayî nayên qebûlkirin û berpirsyariya hemî encamên wê dikeve ser milê bikerên wê."