PDK: Ev êrîş li ser pêşxistina peywendiyan metirsîdar in
Navenda Nûçeyan (K24) – Mekteba Siyasî ya PDKê di daxuyaniyekê de êrişa dronî ya li ser Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Rêveberê Ajansa Parastinê bi tundtirîn awa şermezar kir, û daxwaz ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê kir ku rê li ber van binpêkirinan bigire.
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku di dema ku hemî alî li bendê bûn ku ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê bê parastin, şeva borî bi rêya du dronan Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê Rêveberê Ajansa Parastinê hatin armancgirtin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye xuyakirin ku tevaya bizavên wan ji bo dûrxistina Herêma Kurdistanê û Iraqê ne ji tevlîbûna di aêşe û aloziyên deverê de, û Herêma Kurdistanê ti carî nebûye û nabe parek ji şer û alozî û pevçûnan.
Partiya Demokrat a Kurdistanê wan kiryarên têkderane bi tundî şermezar dike, û van reftaran di berjewendiya ti aliyekî de nabîne û wan li ser pêşxistina peywendiyan û alozkirina rewşê xeter dibîne.
Di dawiya daxuyaniyê de bi ronî hate tekezkirin ku erkê li ser milê Hikûmeta Federalî ya Iraqê ye ku li ser vê mijarê bi rijdî bê deng û rêyê li van êriş û binpêkirinan bike, her wiha di zûtirîn dem de bi rêyên guncayî berhingarî van destdirêjiyan bibe.