Baregayê Barzanî: Bikaranîna dron û mûşekan arêşeyan çareser nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de êrîşên dronî yên li ser Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin û tekez kir ku ew êrîş bizav in ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê, û bikaranîna dron û mûşekan arêşeyan çareser nake.

Baregayê Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand: "Em bi tundtirîn awa wê êrişa dronî şermezar dikin a ku serê sibeha îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026, ji aliyê din ê sînorê Îranê ve li ser Nivîsîngeha Serokwezîr û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li Pîrmamê hatibû kirin."

Her wiha di wê daxuyaniyê de hat xuyakirin: "Herêma Kurdistanê ti carî nebûye parek ji van şer û aloziyên ku li deverê hene, û ev êrişên nerewa ku ti hincet nînin bizav in ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê. Bi piştrastî ve bikaranîna dron û mûşekan arêşeyan çareser nake."