Nêçîrvan Barzanî: êrişa li ser Nivîsîngeha Serokwezîr pêşveçûneke metirsîdar e

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişên li ser Nivîsîngeha Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar kirin û daxwaz ji Hikûmeta Federalî kir ku berpirsyariya xwe di parastina ewlehiya welat de bi cih bîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de êrişên serê sibeha îro, ku Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê kiribûn armanc, bi tundî şermezar kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê van êrişan bi tevahî red dike û wan wekî alozbûn û pêşketineke xeter bi nav dike.

Di pareke din a wê daxuyaniyê de, Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Hikûmeta Federalî dike ku berpirsyarî û pabendiya xwe ya destûrî di parastina ewlehî û aramiya welat de bi cih bîne, da ku rê li ber dûbarebûna destdirêjiyan bi vî rengî bê girtin.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku parastina serwerî, ewlehî û aramiya Iraqê û Herêma Kurdistanê berpirsyariyeke hevpar e, lewma divê hemî alî ji bo aramkirin û nehêlana aloziyan kar bikin.