Konfederasyona Revenda Kurdistanî daxwaza helwestê ji civaka navdewletî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Konfederasyona Revenda Kurdistanî di daxuyaniyekê de êrişên dronî yên serê sibeha îro yên li ser Pîrmamê bi tundî şermezar kirin û wekî êrişên "tirsonekî" bi nav kirin. Her wiha da zanîn jî ku ev êriş binpêkirina qanûnên navdewletî ne û li ser aramiya Herêma Kurdistanê gef in.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de bi tundî ew êrişên dronî şermezar kirin ên ku serê sibeha îro li ser nivîsîngeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê hatibûn kirin û ew êrîş wekî êrişên "tirsonekî" bi nav kirin.
Di wê daxuyaniyê de hat xuyakirin: "Em di Konfederasyona Revenda Kurdistanî de radigihînin ku ev êriş û destdirêjiyên li ser saziyên rewa û nîştimanî yên Herêma Kurdistanê binpêkirinên eşkere ya qanûnên navdewletî ne û nîşaneke xeter in ji bo têkdana pêkvejiyan û aramiya civakî û siyasî li Herêma Kurdistanê."
Konfederasyona Revenda Kurdistanî tekez jî kir ku tevaya berpirsyariya qanûnî û siyasî ya encamên vê êrişê dikeve ser milê bikerên wê. Her wiha daxwaz ji civaka navdewletî jî kir ku helwesteke cidî û kiryarkî li beranberî van destdirêjiyên li ser sînoran hebe, da ku rê li ber dubarebûna van binpêkirinan bê girtin.