Yasaya pêvajoya aştiyê di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê, "Yasaya Çarçove" di Rojnameya Fermî de hat weşandin û bi awayekî fermî ket warê cibicîkirinê. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan hêvî kir ku ev gav ji bo aramiya welat bibe "xêr".

Yasaya ku bi navê "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekrêziya Civakî" (Yasaya Çarçove) tê naskirin, piştî ku li Parlamentoya Tirkiyeyê bi 467 dengên "erê" hat qebûlkirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi boneya ketina meriyetê ya vê yasayê peyamek weşand. Erdogan spasiya hemû aliyên siyasî yên ku piştgirî dane projeyê kir û ev yek wekî "mînakeke dîrokî ya lihevkirina neteweyî" bi nav kir.

Li gorî yasayê, ji bo pêkanîna gavan divê saziyên ewlehiyê piştrast bikin ku PKK û rêxistinên peywendîdar dawî li çalakiyên xwe anîne û çekên xwe radest kirine. Ev yasa bi taybetî çarenivîsa wan endam û alîgirên PKKê diyar dike ku amade ne çekan deynin.

Hewldanên nû yên aştiyê di Cotmeha 2024an de bi pêşniyara Serokê MHPê Devlet Bahçelî dest pê kiribûn. Piştre, di Sibata 2025an de Abdullah Ocalan banga danîna çekan kiribû. Di Tîrmeha heman salê de jî, hejmarek gerîlayan bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandibûn û ji çendîn herêman vekişiyabûn.

Ev projeyasa ji aliyê AK Partiyê ve hat amadekirin û bi piştgiriya MHP û DEM Partiyê di parlamentoyê de hat pejirandin.