Qalîbaf sibe serdana Bexdayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Tê payîn ku sibe 19ê Tebaxa 2026an, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ligel şandeke bilind a fermî bigihîje paytexta Iraqê, bajarê Bexdayê.
Li gorî medyaya Îranê, ev serdan bi armanca gotûbêjkirina guhertinên herêmî, pêşxistina hevkarî û peywendiyên stratejîk ên di navbera Tehran û Bexdayê de pêk tê. Qalîbaf dê ligel berpirsên pilebilind ên Iraqê bicive û li ser mijarên wekî ewlehiya sînoran, rûbirûbûna terorê û cîbicîkirina peymanên hevbeş biaxive.
Yek ji armancên herî giring ên vê serdanê mijarên aborî ne. Îran hewl dide 11 mîlyar dolar qerzên xwe yên gaz û elektrîkê yên li ser Iraqê werbigire û armanc dike ku qebareya bazirganiya dualî bigihîne 12 mîlyar dolaran.
Her çend sînorên Amerîkayê li pêşiya dayina van qerzan bi awayê pereyê neqdî asteng in jî, tê payîn ku ji bo vê mebestê "Komîteyeke Aborî ya Hevbeş" li Bexdayê were avakirin.
Serdana herî dawî ya Qalîbaf ji bo Bexdayê di sala 2024an de bû, ku wê demê ji bo şopandina doza Yasayî ya kuştina Qasim Suleymanî serdana Iraqê kiribû. Taran diyar dike ku pêşxistina peywendiyên bi cîranên xwe re, rêyeke giring e ji bo kêmkirina bandora guşarên navneteweyî.