Qeter: Êrişa li ser ofîsa Mesrûr Barzanî binpêkirina yasaya navdewletî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Qeterê êrişa dironî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê ya li Pîrmamê bi tundî şermezar kir.
Wezareta Derve ya Qeterê îro 18ê Tebaxa 2026andi daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe ya tund li hemberî êrişên dronî nîşan da. Qeterê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ev cure êriş binpêkirineke mezin a serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê ne û li dijî bingehên yasayên navdewletî ne.
Wezareta Derve ya Qeterê bal kişand ser giringiya kêmkirina rageşiyê û parastina herêmê ji bandora van êrişên "bêsedem". Qeterê bang kir ku bi rêya berdewamkirina diyalogê û rêkarên dîplomatîk, ewlehî û aramiya di asta herêmî û cîhanî de were parastin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Qeterê piştgirî û hevxemiya xwe ya tam ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir û ragihand ku Dewleta Qeterê piştgiriya hemû wan gavan dike ku ji bo parastina serwerî û ewlehiya welêt tên avêtin.