Ji bo hinardekirina genimê cotkaran bacên gumrikê hatin rakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da ku ew bazirgan û kompanyayên genimê cotkaran hinardeyî derve dikin, ji bacên gumrikê werin bexşandin. Ev biryar dê ji bo mehekê derbasdar be.

Li gorî nivîseke fermî ya Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran ku bi îmzeya Dr. Umîd Sebah hatiye weşandin, ev gav li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye avêtin. Armanca sereke ya biryarê hêsankirina firotina genimê cotkarên Kurdistanê û parastina keda wan e.

Biryara Serokwezîrtiyê piştî wê yekê hat, Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê îsal tenê 400 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê wergirt, ku ev pişk ji salên borî pir kêmtir e. Ji ber ku berhema îsal pir zêde ye, beşeke mezin ji genimê cotkaran li derveyî sîloyan û di qadan de maye.

Ev biryara rakirina bacên gumrikê ku tenê mehekê berdewam dike, rê li ber bazirganan vedike ku genimê li qadan mayî bi lez hinardeyî derve bikin, da ku ji ber guherînên keşûhewayê xerab nebe.