Kuweytê êrişa dronî ya li ser ofîsa Mesrûr Barzanî şermezar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Kuweytê bi tundî êrişa dronî ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir, ku tê de ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatibû armancgirtin.
Wezareta Derve ya Kuweytê îro 18ê Tebaxa 2026an di daxuyaniyekê de diyar, ew êrişa "dijminane" ya bi dronan li ser ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê niştecihbûna Rêveberê Ajansa Parastinê hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin.
Wezareta Derve ya Kuweytê ragihand, ew her cure êriş û binpêkirinên ku zirarê digihînin serwerî, asayîş û aramiya Iraqê red dikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê li gorî rêgez û yasayên navneteweyî, rêz li serweriya welatan û parastina ewlehiya axa wan were girtin.