Trump: Dorpêça deryayî ya li ser Îranê berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê hebûna her nîqaş û danûstendineke heyî yan ya paşerojê li gel Komara Îslamî ya Îranê red kir, û tekez li ser berdewamiya dorpêça deryayî ya li ser wî welatî kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora “Truth Social”ê peyamek li ser peywendiyên welatê xwe yên li gel Komara Îslamî ya Îranê û rewşa ewlehiya deryayî li deverê belav kir.
Serokê Amerîkayê di peyama xwe de ragihand ku niha ti nîqaş an danûstendinek li gel Komara Îslamî ya Îranê di rojevê de nîne û ti demek jî ji bo kirina danûstendinên bi wî awayî di paşerojê de nehatiye diyarkirin.
Ji aliyê rêkarên leşkerî û aborî ve jî, Donald Trump diyar kir ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê bi hemî hêz û bandora xwe ve berdewam e û ti guherîn bi ser de nehatiye.
Di pareke din a peyama xwe de, Serokê Amerîkayê bal kişand ser rewşa Tengava Hurmizê û ragihand ku ew tengav vekirî û çalak maye, piştî ku hemî mayînên deryayî li wê deverê hatine hilanîn an jî hatine teqandin, ku ev yek ewlehiya xêzên veguhastina deryayî li herêmê misoger dike.