Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê peyamek arasteyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tê de êrîşa bi dronan a li ser nivîsîngeha taybet a Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar kir û piştevaniya welatê xwe bo Serokê Hikûmetê û Herêma Kurdistanê tekez kir.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, peyamek arasteyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û tê de ragihand ku bi nîgeraniyeke kûr agahî li ser êrîşkirina li ser nivîsîngeha taybet a Serokê Hikûmetê li Hewlêrê bi rêya du dronan gihiştiye wî.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê her di wê peyama xwe tekez jî kir: "Vê êrîşa neqebûlkirî, ku li ser aramî, tenahî û ewlehiya devera me hatiye kirin, ez bi tundî şermezar dikim."
Guler di pareke din a peyama xwe de hestên xwe yên piştgiriyê rasterast gihandin Mesrûr Barzanî û hêviya derbazbûn û silametiyê bo wî xwest, her wiha ragihand: "Ez dixwazim bînim ziman ku wekî Tirkiye em dê herdem li kêleka dostên xwe bin li dijî wan aliyên ku dixwazin devera me bikişînin nav alozî û arêşeyan."
Yaşar Guler hêvî jî xwest ku li beramberî tevahiya van bûyeran, aştî û ewlehî li deverê bê çespandin û cîranên wan bi awayekî aram berdewamiyê bidin jiyana xwe, li dawiyê jî hêviya saxlemî, serkeftin û xweşiyê bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest.