Serokê Perlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf gihîşt Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Perlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bi serokatiya şandeke pilebilind gihîşt Bexdayê, paytexta Iraqê bajarê. Tê payîn ku Qalîbaf di vê serdana xwe ya çend rojî de ligel serokatiyên Iraqê û serkirdeyên Şîe bicive.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê da zanîn, Mihemed Baqir Qalîbaf îro 19ê Tebaxê gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê rayedarên Iraqî ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî agahiyan, Qalîbaf dê serdana cihê ku fermandarê berê yê Hêza Qudisê Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî el-Muhendîs lê hatibûn kuştin bike û li wir gotarekê pêşkêş bike. Suleymanî û Muhendîs di sala 2020an de di encama êrişeke esmanî ya Amerîkayê de li nêzîkî firokxaneya Bexdayê hatibûn armancgirtin.
Tê payîn ku Qalîbaf û şanda pê re ligel Serokê Perlemana Iraqê Heybet Helbûsî, parlamenter û Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Perlemanê bicivin. Piştî van hevdîtinan, Qalîbaf dê ligel her sê serokatiyên Iraqê (Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Perlemanê) jî hevdîtinan pêk bîne.
Herçend di daxuyaniyên fermî yên Îranê de armanca serdanê wekî "xurtkirina têkiliyên dualî, asayîşa sînoran û îmzekirina peymanan" hatibe nîşandan, lê çavkaniyên taybet balê dikşînin ser mijarên din.
Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên ji "Çarçoveya Hevahengiyê" dane nûçegihanê Kurdistan24ê; Qalîbaf dê ligel serkirdeyên "Bereya Berxwedanê" û serkirdeyên Şîe bicive. Tê gotin ku di van hevdîtinan de mijara herî girîng û hestiyar, "çekdanîna grûpên çekdar" e ku dê bi awayekî hûr were gotûbêjkirin.