Qalîbaf: Îran li navçeyê wekî hêzeke xurt dimîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Perlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro gihîşt paytexta Iraqê û li ber monûmenta Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî el-Muhendîs li Bexdayê, konferanseke rojnamevanî li dar xist.

Serokê Perlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro 19ê Tebaxa 2026an bi serdaneke fermî gihîşt Iraqê. Qalîbaf yekem rawestgeha serdana xwe li cihê ku fermandarê berê yê Hêza Qudisê Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî el-Muhendîs lê hatibûn kuştin, dest pê kir û li wir konferanseke rojnamevanî lidar xist.

Qalîbaf di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser giringiya cihê ku lê rawestiyaye û got: "Ez serdana xwe ji vir, ji cihê şehîdbûna Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî el-Muhendîs dest pê dikim. Ev der di dîroka hevbeş a her du welatan de semboleke pir giring e."

Serokê Perlemana Îranê destnîşan kir, her du fermandaran navçe ji metirsiya DAIŞê parastiye û pirsî: "Gelo kuştina wan peyayan rê li ber 'Eniya Berxwedanê' girt?" Qalîbaf bixwe bersiv da û got: "Nexêr, Îran dê li navçeyê bi hêz bimîne û dijminên me ti carî nagihîjin armancên xwe."

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Qalîbaf behsa şerê "40 rojî yê meha Remezanê" kir û wekî mînaka hêza Îranê nîşan da û got: "Di wî şerî de her kesî hêza Îranê dît û fêm kir ku Îran yek ji hîmên sereke yên hêz û aramiya vê herêmê ye."

Qalîbaf diyar kir, armanca serdana wî xurtkirina pergala hevkariyê ya ligel Iraqê ye. Herwiha bang li welatên Îslamî yên navçeyê kir ku têkiliyên xwe kûr bikin û hevahengiyeke zêdetir di navbera xwe de ava bikin. Qalîbaf destnîşan kir ku Îran amade ye hemû hewlên xwe di vê rêyê de bi kar bîne.

Tê payîn ku Mihemed Baqir Qalîbaf di berdewamiya serdana xwe de ligel berpirsên pilebilind ên Iraqê û serkirdeyên siyasî bicive.