Iraq ji bo hinardekirina petrolê rêkarên nû pejirandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Iraqê mekanîzmayeke nû ji bo hinardekirina petrola xav bi rêya kompanyayên navxweyî û navdewletî yên pispor pejirand.
Li gorî daxuyaniya Encûmena Wezîran a Iraqê, hikûmetê biryar daye ku ji bo hinardekirina petrolê rêkarên nû pêk bîne. Di çarçoveya vê biryarê de, dê proseya hinardekirinê bi rêya kompanyayên navdewletî û navxweyî yên xwedî ezmûn û ji dergehên cuda were birêvebirin.
Encûmena Wezîran aşkere kir, girêbestên di bin van rêkarên nû de tên îmzekirin, dê ji bo sê mehan kar bikin û ev biryar dê ji 1ê Îlona îsal ve bikeve warê pêkanînê. Bi vê gavan, Iraq hewl dide şêwazên hinardekirina petrolê cihêreng bike û bi awayekî plankirî petrola xav bigihîne bazarên cîhanî.
Ev hewildana Iraqê piştî wê yekê tê, aloziyên li navçeyê û metirsiya girtina Tengava Hurmizê bandoreke nerênî li ewlehiya enerjiyê û rêyên deryayî kiribû. Ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi rêyên avî yên Kendavê, Iraq dixwaze rêyên alternatîf ên wekî Tirkiye û Sûriyeyê pêş bixe û zêdetir bikar bîne.
Iraq di nav rêxistina welatên hinardekarên petrolê (OPEC) de wekî duyemîn hilberînerê herî mezin ê petrolê tê naskirin. Aboriya welat û dabînkirina dahata giştî bi rêjeyeke pir zêde girêdayî firotina petrolê ye, lewma ewlehiya rêyên hinartinê ji bo Bexdayê xwedî giringiyeke stratejîk e.