Sê trîlyon dînarên Saziya Şehîdan a Iraqê hatine xwarin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Saziya Şehîdan a Iraqê aşkere kir, bi dehhezaran dosyayên sexte hatine çêkirin û bi vê rêyê zêdetirî 3 trîlyon dînar hatine xwarin. Di nav lîsteya mûçeyên şehîdan de navên terorîst û endamên Partiya Beiê jî hatin dîtin.

Serokê Saziya Şehîdan a Iraqê Ebdulîla Naîlî derbarê gendeliyên di saziyê de daxuyaniyeke berfireh da û ragihand, heta niha 22 hezar dosyayên sexte hatine tespîtkirin. Naîlî destnîşan kir ku ji ber van sextekariyan, 3 trîlyon û 300 mîlyar dînar ziyan gihîştiye xezîneya dewletê û herwiha 27 hezar û 400 dosyayên din jî hatine sekinandin.

Naîlî aşkere kir ku piştî destpêkirina lêkolînan, hin aliyên siyasî peyam jê re şandine û zext lê kirine, da ku dev ji aşkerekirina van dosyayan berde. Lê belê wî diyar kir ku wan guh nedaye van zextan û proseya hûrbîniyê berdewam dike û heta niha %40ê karê kontrolkirina dosyayan bi dawî bûye.

Di daxuyaniyê de agahiyên balkêş derbarê parêzgeha Enbarê de hatin dayîn. Li gorî encamên komîsyona lêkolînê, li Enbarê ji bo nêzîkî 20 hezar kesan "belgeya mirinê" hatiye derxistin, bêyî ku ti termek hebe. Her wiha 14 hezar û 200 kesên din jî bi heman awayî hatine qeydkirin.

Yek ji xalên herî giran ên vê daxuyaniyê ew e ku navên kesên destên wan di xwînê de hene di lîsteya şehîdan de hatine dîtin. Li gorî amarên Saziya Şehîdan, navên 2 hezar û 305 terorîstan di qeydên saziyê de ne. herwiha navên 471 endamên Partiya Beisê wekî şehîd hatine nîşandan û mûçe werdigirin.