Şaxewan Ebdullah: Iraq di rewşeke aborî ya dijwar re derbas dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksîyona PDKê li Perlemana Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand, ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn û astengiyên li pêşiya hinardekirina petrola, Iraq di rewşeke aborî ya zehmet re derbas dibe.
Serokê Fraksîyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah îro 19ê Tebaxa 2026an, bi serokatiya şandeke fraksîyonê serdana bajarê Mûsilê kir. Şand ji aliyê Parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl ve hat pêşwazîkirin û piştre konferanseke rojnamevanî ya hevbeş hat lidarxistin.
Şaxewan Ebdullah di destpêka axaftina xwe de diyar kir, wan silav û rêzên Serok Mesûd Barzanî gihandine xelkê parêzgeha Neynewayê û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parêzgehê dubare kir. Ebdullah destnîşan kir ku Mûsil ji bo PDKê xwedî pêgeheke taybet û giring e.
Serokê şanda PDKê behsa dîroka nêzîk a Mûsilê kir û got: "Mûsil di nav qeyranên giran re derbas bû ku ya herî dijwar êrişên DAIŞê bû. Wê demê ne tenê xelk, lê binesazî û dîroka bajêr jî hatibû wêrankirin. Lê bi saya rêveberiya niha, Mûsil ji nû ve ava dibe û qeyranan li dû xwe dihêle."
Derbarê rewşa darayî ya Iraqê de, Şaxewan Ebdullah hişyarî da û ragihand, şerê li Rojhilata Navîn bandoreke nerênî li aboriya welat kiriye û got: "Ji ber şer û aloziyan, hinardekirina petrola Iraqê bi rêya Tengava Hurmizê bi astengiyan re rûbirû maye, ev jî bûye sedem ku Iraq di rewşeke aborî ya dijwar re derbas bibe." Her wiha anî ziman ku pêşketina Mûsilê dê bandoreke erênî li ser Herêma Kurdistanê jî bike.
Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl serdana şanda PDKê wekî "piştevaniyeke mezin" pênase kir. Dexîl diyar kir ku Neynewa niha bajarekî ewle ye û bûye navenda pêkvejiyana hemû pêkhateyan.
Parêzgar bal kişand ser pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re û got: "Zêdetirî hevahengiya ewlehî, pêwendiyeke me ya bihêz a aborî û civakî bi Kurdistanê re heye. Gelek xelkê Neynewayê li Kurdistanê dijîn û kar dikin, welatiyên Kurd jî vegeriyane ser malên xwe li Mûsilê. Em bi vê pêwendiyê serbilind in."