Tom Barrack derbarê rûbirûbûna Enqere û Tel Evîvê de hişyariyê dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku êrişa Îsraîlê ya li ser firokxaneya Ebûzuhûr a Sûriyê, her du welat Tirkiye û Îsraîl anîne qonaxa rûbirûbûneke serbazî ya rasterast.
Li gorî rapora kanala 15 ya Îsraîlê, Tom Barrack aşkere kiriye ku roja 18ê Tebaxa 2026an, Tirkiye û Îsraîl tenê "gavekê" ji şerê rasterast dûr bûn. Barrack destnîşan kir, bombebarankirina firokxaneya Ebûzuhûr a li parêzgeha Idlibê ji aliyê firokeyên Îsraîlê ve, hişyariyeke zelal e ji bo derketina şerekî mezin di navbera Enqere û Tel Evîvê de.
Malpera "Axios" ji zarê berpirsên Amerîkî û Îsraîlî ragihand, hikûmeta Îsraîlê beriya êrişê rayedarên Koşka Spî agahdar kirine. Îsraîlê ji Washingtonê re ragihandiye ku armanca wan "rêgirtina li komkirina hêzên Tirkiyê û şandina çekên pêşkeftî bo Sûriyê ye."
Di êrişê de herî kêm 8 bombe li rêrewên firokeyan û çendîn depoyên firokxaneya Ebûzuhûr a li bakurê Sûriyê ketine. Herçend ziyan gihîştiye binesaziya firokxaneyê ya ku nû hatibû nûjenkirin jî, lê hat ragihandin ku ti zirareke giyanî çênebûye.
Ji aliyê xwe ve, berpirsekî Tirkiyê ji malpera "Axios" re diyar kir ku tu hêzên wan di wê bingeha asmanî de nînin. Serokatiya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê "îdîayên derew" ên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şermezar kirin û ragihand, ev êriş tenê ji bo rewakirina "operasyonên nayaşayî" ne. Enqereyê tekez kir ku ew dê piştgiriya hikûmeta Sûriyê ji bo aramkirina herêmê bidomînin.
Ajansa Reutersê ji zarê çend rayedarên Amerîkî ragihand, dibe ku ev êrişa Îsraîlê bi hilbijartinên meha Cotmehê yên wî welatî ve girêdayî be. Hat diyarkirin ku hikûmeta Sûriyê ti pêngaveke dijminane li dijî Îsraîlê neavêtiye, lewma ev êriş wekî pêngaveke siyasî tê nirxandin. Her wiha hat ragihandin ku îdareya Donald Trump daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kiriye ku li hember van tevliheviyan bêhnfireh be û xwe bigire.