Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Nivîskarên Feqiyê Teyran li Almanyayê (FSD) di daxuyaniyekê de bi tundî êrîşa bi dronan a Îranê ya li ser nivîsîngeha taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şermezar kir û ew êrîş wek destdirêjiya li ser serweriya Herêma Kurdistanê û modela serkeftî ya xwebirêvebirinê ya kurdî bi nav kir, her wiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û navendên kurdî yên Ewropayê kir ku helwesteke yekgirtî werbigirin.
Komeleya Nivîskarên Feqiyê Teyran li Almanyayê (FSD) îro Çarşemê, 19ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de helwesta xwe li ser wê êrîşê eşkere kir a ku di 17ê Tebaxa 2026ê de ji aliyê artêşa Îranê ve bi rêya dronên bombekirî li ser nivîsîngeha taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê hatibû kirin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye: Ev êrîş, ku wekî eşkere ye, ji aliyê nûnerên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye kirin, parek ji zincîra êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê ye û encama siyaseteke dijminane ya li dijî Herêma Kurdistanê ye. Herwesa eşkere dike ku di dema peydabûna her derfeteke de, bizavê ji bo nehêlana destkeftiyên Kurdistanê dikin.
Komeleya Nivîskarên Feqiyê Teyran li Almanyayê diyar jî kir ku dewletên deverê berdewam ji şiyanên kurdan di birêvebirina xweser de bi rengekê tena û serkeftî nîgeran in û tirsa wan heye ku bo parçeyên din bibe nimûne, lewma Herêma Kurdistanê berdewam rûbirûyî êrîşên leşkerî, siyasi, aborî û dîplomatîk dibe.
Komeleya navborî herwisa ragihand ku ev êrîş bi rêya amanckirina Mesrûr Barzanî êrîşkirina li ser serweriya Herêma Kurdistanê ye û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir ku bêdeng nemînin û rêkarên kiryarkî bo parastina Herêma Kurdistanê bi cih bînin.
Komeleya Nivîskarên Feqiyê Teyran li Almanyayê li dawiyê jî hevsozî û piştevaniya xwe ya temam ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî, saziyên rewa û xelkê Herêma Kurdistanê tekez kir.
Ev jî di demekê de ye ku serê sibeha duhî, Duşemê, 17ê Tebaxê, du dronên bombekirî yên Hadîd-110 ji aliyê sînorê welatê Îranê ve ber bi bingeha nivîsîngeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li bajarkê Pîrmamê yê parêzgeha Hewlêrê hatin arastekirin. Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, ti zirarên canî ji wan êrîşan peyda nebûne.