Murşidê Terîqeta Neqşebendî êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike

Şêx Mihemed Elî Sanî Hîsamedîn
Şêx Mihemed Elî Sanî Hîsamedîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Murşidê Terîqeta Heqîqî Husamî Neqşebendî û Serperiştyarê Xaneqayên Tewêle û Parêzgeha Helebceyê di peyamekê de êrîşa li ser nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar kir û ew êrîş wekî bizaveka nerewa û şkestî bo tolstandina ji aramî û pêşveçûna Herêma Kurdistanê bi nav kir.

Murşidê Terîqeta Heqîqî Husamî Neqşebendî û Serperiştyarê Xaneqayên Pîroz ên bajarkê Tewêleyê û Parêzgeha Helebceyê Şêx Mihemed Elî Sanî Hîsamedîn îro Çarşemê, 19ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de helwesta xwe li ser amancgirtina nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir.

Di wê peyamê de hatiye ku bi daxeke mezin ve dijminên kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber dabînkirina serkeftî ya xizmetkarî û ewlehiyê bo welatiyan ji aliyê berpirsên dilsaz ve bi serokatiya Mesrûr Barzanî, xwestin bi êrîşkirina li ser nivîsîngeha Serokwezîr tola xwe ji Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê hildin; lê spas ji Xudê re mîna berê ew hêviya wan jî hat bingorkirin.

Şêx Mihemed Elî Sanî Hîsamedîn tekez li ser redkirina hemî rengên êrîşan kir, û ragihand ku ew wekî Murşidê terîqetê û serperiştyarê xaneqayên pîroz vê kiryara nemirovanr û hemî rengên dijminatiya li beranberî Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê şermezar dikin.

Ev jî di demekê de ye ku serê sibeha duhî, Duşemê, 17ê Tebaxê, du dronên bombekirî yên Hadîd-110 ji aliyê sînorê welatê Îranê ve ber bi bingeha nivîsîngeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li bajarkê Pîrmamê yê parêzgeha Hewlêrê hatin arastekirin. Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, ti zirarên canî ji wan êrîşan peyda nebûne.