Amadekariyên sala nû ya xwandinê li Qamişloyê tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberiya Perwerdeyê ya Qamişloyê ragihand ku amadekariyên sala nû ya xwandinê (2026-2027) tên kirin û di 6ê Îlonê de dewama dibistanan dê dest pê bike, di heman demê de xebat bo peydakirina cîh ji bo koçberan jî hene, daku dibistanên ku ji ber hebûna koçberan girtî ne bo xwendekaran bên vekirin.

Birêveberiya Perwerdeyê ya Qamişloyê diyar kir ku ji bo sala nû ya xwandinê dibistan tên paqijkirin û amadekarî di rojevê de ne; lê hin dibistan ji ber hebûna koçberan hîn girtî ne û bizav tên kirin ku cih ji bo koçberan bê peydakirin daku dibistan deriyên xwe ji bo xwendekaran vekin.

Birêveberiya navborî herwesa ragihand ku rêbazên xwandinê îsal dê wekî xwe bimînin; şagirdên kurd dê rêbaza Rêveberiya Xweser a kurdî bixwînin û yên ereb jî dê rêbaza hikûmetê bixwînin, heta ku di sala bê de Hikûmeta Sûriyeyê rêbaza xwe amade û çap bike û li hemî Sûriyeyê belav bike.

Wê rêveberiya da zanîn jî ku rêbaza kurdî hêj ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve nehatiye amadekirin, lê niha pêşwaziya dersdêran tê kirin daku di sala bê de rêbaza kurdî ji bo xwendekarên kurd bê amadekirin.

Birêveberiya Perwerdeyê ya Qamişloyê amaje jî kir ku piştî têkelkirina desteya perwerdeyê bi temamî di nava hikûmetê de, niha amadekariyên sala nû ya xwandinê tên kirin û rêbazên xwandinê bi kurdî û erebî dê ji bo xwendekaran bên pêşkêşkirin.