Li Til Temirê 5 zarok di encama teqîna mînekê de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîkî bajarê Til Temirê, di encama teqîna mînekê de, 5 zarokên ku pez diçêrandin birîndar bûn. Rewşa hin ji wan giran e.

Li gorî agahiyan, li derdora gundê Til Hemamê yê li rojavayê bajarê Til Temirê, duh 19ê Tebaxê mînek bi zarokên ku mijûlî şivaniyê bûn ve teqiya. Di encamê de, 5 zarok birîndar bûn û ew yekser rakirin Nexweşxaneya Xabûrê ya li Til Temirê.

Piştî lênihêrîna yekem, tîmên bijîşkî biryar dan ku du zarokan ji ber giraniya birînên wan, bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê bên rakirin.

Ev teqîn li herêmeke ku xelkê wê bi giranî debara xwe bi şivantî û çandiniyê dike, pêk hat. Mîn û paşmayên şer ên li zevî û herêmên vekirî, hîn jî metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîlan, bi taybetî jî li ser zarokan çêdikin.

Xelkê herêmê daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku xebatên lêgerîn û paqijkirina mîn û paşmayên şer li herêmê zêde bikin.