Fayiq Zêdan û Qalîbaf pêşxistina hevkariyên dadwerî û yasayî gotûbêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Perlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di çarçoveya serdana xwe ya ji bo paytexta Iraqê de, îro ligel Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zêdan civî.

Li gorî daxuyaniya Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê, Fayiq Zêdan îro 20ê Tebaxa 2026an pêşwazî li Mihemed Baqir Qalîbaf û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de xurtkirina têkiliyên dualî û bilindkirina asta hevkariyê ya di navbera Bexda û Tehranê de, bi taybetî di warên dadwerî û yasayî de hatin gotûbêjkirin.

Herwiha her du aliyan pêdaçûn di pêngavên cîbicîkirina wan peyman û yadaştnameyên hevtêgihiştinê de kirin ku berê di warê yasayî de di navbera her du welatan de hatibûn îmzekirin.

Qalîbaf roja 19ê Tebaxa 2026an bi serokatiya şandeke pilebilind gihîştibû Bexdayê û ji aliyê Cîgirê Serokê Perlemana Iraqê Ednan Feyhan ve hatibû pêşwazîkirin. Qalîbaf duh di yekem roja serdana xwe de ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî civiyabû û pêşxistina têkiliyên her du welatan gotûbêj kiribûn.

Tê çaverêkirin ku Qalîbaf di berdewamiya serdana xwe de ligel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê bicive. Tê gotin ku di wê hevdîtinê de mijara herî giring û hestiyar a rojevê dê "çekdanîna grûpên çekdar" be.