Heftane 18 geştên asmanî ji Bexda û Necefê bo Tehranê tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rawestîneke demkî ya ji ber aloziyên li navçeyê, Hêla Asmanî ya Iraqê (Iraqi Airways) û çend kompanyayên biyanî dest bi geştên xwe yên bo Îranê û bikaranîna asmanê wî welatî kirin.

Rêxistina Firokvaniya Sivîl a Îranê îro 20ê Tebaxa 2026an ragihand, piştî wergirtina destûra fermî, yekem firokeyan Hêla Asmanî ya Iraqê li Firokxaneya Navdewletî ya "Serdarê Cengel" a li bajarê Reştê (bakurê Îranê) danî. Hat diyarkirin ku dê heftane 9 geşt ji bo wî bajarî werin kirin.

Li gorî daxuyaniyê, biryar e heftiya bê geştên firokeyan ji Bexda û Necefê ber bi Tehranê ve jî dest pê bikin ku dê hejmara geştên heftane bigihîje 18an. Herwiha di bernameya hefteya bê de, 2 geştên din ên heftane ji bo bajarê Meşhedê tên zêdekirin.

Rêxistina Firokvaniya Îranê aşkere kir, her du kompanyayên "Fly Dubai" û "Arabia Airlines" jî bi fermî dest bi bikaranîna asmanê Îranê kirine. Ev biryar piştî danûstandin û şêwirên bi Omanê re hatiye girtin, da ku asankariyên zêdetir ji bo trafîka asmanî ya biyanî werin kirin.

Piştî şerê di navbera Amerîka û Îranê de û aloziyên li Rojhilata Navîn, piraniya geştên asmanî yên welatan ber bi Îranê ve hatibûn rawestandin, ku vê yekê zirarên mezin gihandibûn kompanyayên firokvaniyê. Lê belê piştî bidawîbûna şer, hêdî hêdî rewşa asmanî ya navçeyê ber bi asayîbûnê ve diçe û geştên navdewletî ji nû ve dest pê dikin.