Sasan Ewnî: 55 hezar karmend li Hewlêrê ji wergirtina zeviyan sûdmend bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî ragihand, di qonaxa 8emîn de 13 hezar parçe zeviyên din li karmendên Hewlêrê hatin dabeşkirin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî îro 20ê Tebaxa 2026an di konferanseke rojnamevanî de, destpêkirina qonaxeke nû ya dabeşkirina zeviyan li sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ragihand. Ewnî aşkere kir ku di vê qonaxê de bi rêya pişkavêtinê, 13 hezar parçe zeviyên din li karmendên sivîl û serbazî tên dabeşkirin.

Wezîrê Şaredariyê hûrgiliyên qonaxên borî parve kirin û diyar kir, di 7 qonaxên berê de 42 hezar karmend bûbûn xwedî zevî. Bi destpêkirina vê qonaxa 8emîn re, hejmara giştî ya karmendên ku li sînorê Hewlêrê zevî wergirtine gihîşt 55 hezar kesan.

Sasan Ewnî herwiha got: "Bi giştî ferman ji bo 82 hezar karmendan derketiye ku li Hewlêrê zeviyan wergirin. Tenê 27 hezar karmend mane ku ew jî dê di qonaxên bê de û di demeke nêzîk de bibin xwedî zevî."

Wezîrê Şaredariyê bi navê xwe û bi navê Parêzgarê Hewlêrê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo biryara dabeşkirina zeviyan û ev pêngav wekî xizmeteke mezin ji bo karmendan bi nav kir. Ewnî herwiha destxweşî li karmendên şaredariyê kir ku kar bi şev û roj kirine da ku ev prose bi serkeftî bi rêve bibe.

Sasan Ewnî karmend pişrast kirin ku dê di demeke pir nêzîk de rêkarên tapokirinê bidawî bibin, da ku karmend bi awayekî fermî û yasayî bikaribin sûdê ji zeviyên xwe wergirin.