Helebce: Hefteya bê çavpêkeftin bo damezrandinê tê destpêkirin

Helebce
Helebce

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Encûmena Xizmetê heftiya bê serdana parêzgeha Helebceyê dike, bo çavpêkeftina li gel nêzîkî 600 pêşkêşkeran, ku ev jî qonaxa dawiyê ya pêvajoya damezrandina 250 kesan li sînorê wê parêzgehê ye.

Piştî du mehan ji cudakirin û nirxandina formên damezrandinê, pêvajoya xalbendiyê bi dawî hatiye û di demeka nêzîk de dê çavpêkeftin bi daxwazkaran re bên kirin.

Çavkaniyekê ji komîsyona bilind a damezrandinê li parêzgeha Helebceyê ron kir ku wan hûrbînî bo formên 9 hezar û 600 kesan temam kiriye û form li gorî pisporiyan hatine cudakirin.

Her wê çavkaniyê eşkere jî kir ku di nav wan de jî di navbera 500 heta 600 kesan li gorî xalbendiyê hatine hilbijartin, daku Komîsyona Encûmena Xizmetê heftiya bê hevdîtinê bi wan re bike û piştî vê qonaxa dawiyê navên derketiyan bi rengekê fermî bên belavkirin.

Li gorî rênimayiyên vê pêvajoyê, ev damezrandin derçûyên salên 2010ê û paşve vedigire ku bo her saleke derçûnê xalek tê hesibandin; her wiha bo astên xwendinê ji lîsansê re du xal, dîplomê xalek, masterê sê xal û doktorayê çar xal hatine diyarkirin.

Ew xalbendî balê dikişîne ser wê yekê jî ku bo komnimreya derçûnê bi rêjeya 50 heta 60ê tenê xalek û bi rêjeya 90 heta 100ê pênc xal tên dan; her wiha çar xal bo kesûkarên şehîdan û çar xal jî bo çavpêkeftinê hatine veqetandin.

Pêvajoya pêşkêşkirinê di 10ê Hezîrana borî de ji aliyê Encûmena Xizmetê ve bi rêya lînkeka taybet hatibû destpêkirin û 14 rojan berdewam bûbû, ku pêşbirkê bo damezrandina 250 kesan e bi awayê girêbestê li ser mîlakên fermangehên hikûmetê li wê deverê û ji vê hejmarê jî 22 pile bo xizmeta leşkerî hatine veqetandin. Ev pêngav piştî razîbûna Serokatiya Encûmena Wezîran hat, ji bo pirkirina pêdivîtiyên îdarî yên parêzgeha Helebceyê.