Serok Barzanî û Aras Hebîb rewşa siyasî ya deverê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwaziya Sekretêrê Giştî yê Kongreya Nîştimanî ya Iraqê kir û di civînekê de tekez li ser girîngiya hevahengiya di navbera aliyên siyasî de kir, bo nehêlana astengiyan.
Baregayê Barzanî îro Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, ragihand ku Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Sekretêrê Giştî yê Kongreya Nîştimanî ya Iraqê Aras Hebîb kir.
Li gorî daxuyaniya Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşveçûnên siyasî yên Iraqê û deverê li hev guhartin.
Di tewerekê din wê wê civînê de, wan ronahî berda ser girîngiya hevahengî û hevfêmkirina navbera aliyên siyasî yên Iraqê, bi merema nehêlana asteng û pirsgirêkan û parastina aramiya siyasî li Iraqê.