Luîs Sako: Serok Barzanî rol di kûrkirina nirxên pêkvejiyanê de hebûye
Luîs Sako: Serok Barzanî rol di parastina pêkhateya Mesîhî de hebûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Kardînalê Fexrî yê Kildaniyan Luîs Sako kir; di hevdîtinê de Kardînal Sako ragehand ku ji ber rola Serok Barzanî ya di kûrkirina pêkvejiyanê û parastina pêkhateyan de, wî ji Papayê Vatîkanê daxwaz kiriye ku nîşana astbilind a rêzlêgirtinê bide Serok Barzanî.
Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, pêşwaziya Kardînalê Fexrî yê Kildaniyan Luîs Sako kir.
Di wê hevdîtinê de Kardînal Luîs Sako rêz bo rola Serok Barzanî di kûrkirina nirxên bilind ên pêkvejiyan, mirovdostî û bihêzkirina aştî û aramiya li Kurdistan, Iraq û deverê de diyar kir; her wiha spasîya Serok Barzanî kir, ku rol di parastina pêkhateya Mesîhî û pêkhateyên din ên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de hebû.
Kardînal Luîs Sako herwesa ragihand ku ji ber wê rola bilind a ku Serok Barzanî bo aştî û nirxên mirovî, wî ji Papayê Vatîkanê daxwaz kiriye ku nîşana astbilind a rêzlêgirtina Papayî pêşkêşî Serok Barzanî bê kirin.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî ligel diyarkirina spasî û rêzên xwe bo Papayê Vatîkanê û Kardînal Luîs Sako, tekez jî kir ku bo gelê Kurdistanê serbilindiyeka mezin e ku ferhenga dewlemend a pêkvejiyan, tebayî û aştixwaziyê jê re mîrat maye.
Serok Barzanî herwesa tekez li ser parastina nirxên biratî û tebayiya navbera pêkhateyên Kurdistanê jî kir û da zanîn ku reftar û kiryar awayê nirxandina mirovan diyar dikin, ne hizir û meyla olî.