Sereokê Parlamentoya Iraqê êrîşên li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê êrîşên li ser nivîsîngeha taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin û piştevaniya xwe bo ewlehî û tenahiya Kurdistanê tekez kir.

Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî êvara îro Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Li gorî ragihandina malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê peywendiya telefonî de Serokê Parlamentoya Iraqê êrîşa bi dronan a li ser nivîsîngeha taybet a Mesrûr Barzanî û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kir.

Di eynî demê de Heybet Helbûsî hevsozî û piştevaniya xwe bo parastina ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê û Iraqê tekez kir û tekez li ser girîngiya rêgirtina li binpêkirinên ewlehiyê yên bi vî rengî jî kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî rêz û spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Parlamentoya Iraqê kirin, ji ber wê piştevanî û hevsoziyê.

Ev jî di demekê de ye ku serê sibeha duhî, Duşemê, 17ê Tebaxê, du dronên bombekirî yên Hadîd-110 ji aliyê sînorê welatê Îranê ve ber bi bingeha nivîsîngeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li bajarkê Pîrmamê yê parêzgeha Hewlêrê hatin arastekirin. Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, ti zirarên canî ji wan êrîşan peyda nebûne.