Serok Barzanî sersaxî ji malbata Talib Moryasî re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî sersaxî ji malbata Talib Moryasî re xwest û bi rêzgirtin ve behsa xebat û westiyana wî ya pêxemetî Kurd û Kurdistanê kir.
Serok Mesûd Barzanî êvara îro Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, di peywendiyeke telefonî de, sersaxî ji malbata Talib Ebdula Seîd, ku wekî Talib Moryasî tê nasîn, re xwest û hevxemya xwe gihand malbat, kesûkar û binemala wan.
Her di wê peywendiya telefonî de, Serok Barzanî bi rêzdarî ve bal kişand ser xebat û westiyana Xudêjêrazî ya pêxemetî Kurd û Kurdistanê.
Malbata Xudêjêrazî Talib Moryasî jî ji aliyê xwe ve gelek spasiya Serok Barzanî kir û ev peywendî û hevxemiya cenabê wî wekî sebir û hedareka mezin bo binemala xwe nirxand.