Nerazîbûnên dijî daxistina navendên Korek Telecomê li Bexdayê berfirehtir dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nerazîbûnên li dijî rêkarên Desteya Medya û Gehandinê ya Iraqê li beranberî kompaniya Korek Telecomê berfirehtir dibin. Rêxistina Kurdistan Gehandinê û Sendîkaya Karkerên Gehandinê hişyariyê didin ku daxistina bingehên wê kompaniyê li Bexdayê jiyana bi hezaran karmendan û mafê 7 milyon bikarîneran dixe xeterê.

Di du daxuyaniyên cuda de, Rêxistina Kurdistan Gehandinê û Sendîkaya Karkerên Gehandinê ya Kurdistanê rêkarên Desteya Medya û Gehandinê ya Iraqê bi tundî şermezar kirin, ku bi rêya hêzên ewlehiyê navenda sereke û bingehên frotinê yên kompaniya Korek Telecomê li Bexdayê girtine.

Di wan daxuyaniyan de hat tekezkirin ku ev pêngava Desteya Medya û Gehandinê "nedadperwerane ye" û ne tenê zirareke mezin digehîne kerta peywendiyan û aboriya dîjîtal li Iraqê, belkî rasterast xeterê li ser debara bi hezaran karmendan û mafê zêdetirî 7 milyon bikarînerên wê torê çê dike.

Wan her du rêxistinan diyar jî kiriye ku nabe bicihanîna qanûnê bibe alavek bo lêdana li dezgehên aborî an danana zextê li ser wan, belkî divê pirsgirêkên darayî û peymannameyî di çarçoveya qanûn û dadgehê de di proseyeke zelal û wekhev de bên çareserkirin, bêyî ku desthilata rêkxistinê sînorên xwe yên qanûnî binpê bike.

Ji aliyekê din ve jî, Sendîkaya Karkerên Gehandinê ya Kurdistanê hişyariyê dide ku nabe karmend û malbatên wan bibin qurbaniyên biryarên îdarî; daxwaz jî dike ku mafên qanûnî û sendîkayî yên karmendan li ber çavan bên wergirtin daku rê li ber lengkirina pareka girîng a jêrxaneya dîjîtal û têkçûna debara bi hezaran malbatan bê girtin.