Serokwezîrê Iraqê: Mûçeyên fermanberan hatine garantîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ragihand ku mûçeyên fermanberan hatine garantîkirin û hikûmeta wî dê rêyên alternatîf bo hinardekirina petrolê bibîne; tekez jî kir ku ew bo gera duyê ya serokatiya wezîran xwe kandîd nake.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî îro Înî, 21ê Tebaxa 2026ê, di ragihandinekê de bal kişand ser wê yekê ku ew dê dergehên sînorî aktîv bikin û dê pirsgirêkên aborî çareser bikin. Zeydî got: "Girtina Tenga Hurmizê astengeka mezin e, lê hikûmetê ji çareseriyekê zêdetir bo pirsgirêkên aborî hene û di demeke nêzîk de projeqanûna budceyê bo parlamentoyê tê şandin."
Serokwezîrê Iraqê destnîşan jî kir ku ew bo aramiya aboriya Iraqê dixebitin û mûçeyên fermanberan jî hatine garantîkirin. Eşkere jî kir ku projeqanûna budceyê nexşeya paşroja Iraqê dadirêje û di budceya sala 2027ê de giringiyeke taybet bi kerta elektrîkê û enerjiya nûbûnê tê dan.
Di derheqa dîtina rêyên alternatîf bo hinardekirina petrolê de, Elî Zeydî got: "Em dê bi rêya Bendera Ceyhanê zêdetir petrolê hinarde bikin, herwesa em bo hinardekirina petrolê bi rêya xeta Banyas - Eqebeyê dixebitin û bi rêya OPECê jî em bizavê bo zêdekirina pişka xwe ya hinardekirinê dikin." Eşkere jî kir ku di navbera 6 salan de hilberîna rojane ya hinardeya petrolê bo 8 heta 10 milyon bermîlan bilind dikin.
Di pareke din a axaftina xwe de, Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser rewşa ewlehî û siyasî û got: "Aliyên siyasî li ser kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve hevnerîn in û dixwazin diyardeya çekên neqanûnî bi dawî bînin." Tekez jî kir ku ti îhtîmaleke pevçûnên leşkerî tune ye û ew dê rêyê nedin dijminan ku derfetan bi kar bînin.
Elî Zeydî ragihand jî ku di rûbirûbûna gendelliyê de, ew pêngavan paşve naavêjin û aliyên siyasî jî piştgiriya wan dikin. Zeydî got: "Ez xwe bo gera duyê kandîd nakim, ji ber ku avakirina dewletê ji çêkirina hikûmetê giringtir e û çaksaziyên me dê ji bo hikûmetên paşerojê jî bifeyde bin."