Mûna Qehweçî: Serok Barzanî herdem parêzerê mafên pêkhateyan bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Serokê Partiya Çaksaziyê ya Turkmenan Mûna Qehweçî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Barzanî kir, bi helkeftina pêşkeşkirina "Nîşana Bilind a Qedaseta Papayê Vatîkanê", û ew rêzlêgirtin wekî itîrafeka cîhanî bi rola wî ya dîrokî di parastina pêkvejiyanê û hewandina lêqewimiyan de li Herêma Kurdistanê wesf kir.
Cîgira Serokê Partiya Çaksaziyê ya Turkmenan Mûna Nebî Qehweçî îro Înî, 21ê Tebaxa 2026ê, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir, bi helkeftina wergirtina Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê.
Qehweçî di peyama xwe de tekez kir ku ev rêzlêgirtina bilind tekezkirinek e li ser rola dîrokî û diyar a Serok Barzanî di parastina pêkvejiyana aştiyane, lêborînê, hewandina lêqewimiyan û parastina mafên pêkhateyên cuda cuda yên olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê de.
Cîgira Serokê Partiya Çaksaziyê ya Turkmenan bal kişand ser wê yekê jî ku serkirdetiya jêhatî ya Serok Barzanî di bihêzkirina çanda aştî û tebayiyê de bûye sedema bidestveanîna rêz û hurmetên navdewletî bo gel û axa Kurdistanê.
Mûna Qehweçî li dawiyê jî hêviya emirdirêjî, tenduristiya baş û serkeftina berdewam di xizmetkirina gel û çespandina nirxên bilind ên mirovî de ji Serok Barzanî re xwest.
Ev jî di demekê de ye ku her duhî Kardînalê Fexrî yê Kildaniyan Luîs Sako serdana Serok Barzanî kir û Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê pêşkêşî wî kir.
Kardînal Luîs Sako rêz bo rola Serok Barzanî di kûrkirina nirxên bilind ên pêkvejiyan, mirovdostî û bihêzkirina aştî û aramiya li Kurdistan, Iraq û deverê de diyar kir; her wiha spasîya Serok Barzanî kir, ku rol di parastina pêkhateya Mesîhî û pêkhateyên din ên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de hebû.