Nêrgiz Ezîz bi rêya jenîna awazekê Hewlêrê hembêz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Muzîkjen Nêrgis Ezîz bi rêya melodiyeke taybet a ji bo Hewlêrê, balê dikişîne ser hêza muzîkê ya di avakirina pêwendiyên hestiyarî de. Ew dibêje: "Ez li Silêmaniyê ji dayik bûm, lê melodiya Hewlêrê ez hîn nêzîkî vî bajarî kirim."
Muzîkjen Nêrgiz Ezîz, di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, behsa ezmûna xwe ya hunerî û pêwendiya muzîkê ya bi bajaran re kir. Ezîz destnîşan kir ku muzîk ne tenê ji komek deng û noteyan pêk tê, belê ew zimanê îfadekirina hest, bîranîn û evînê ye; heta ji bo wan cihan jî ku mirov tu carî lê nejiyabe.
Nêrgiz Ezîz ji Kurdistan24ê re diyar kir, lêkolînên wê yên li ser konsepta "Topofîlya" (pêwendiya hestiyarî ya mirov bi cihan re) hestên wê xurtir kirine û got: "Min pirsiyareke mezin ji xwe kir; gelo muzîk dikare me bike dildarê cihekî wiha ku me hîn ew nedîtiye? Li gorî ezmûna min, bersiv 'erê' ye. Muzîk dibe pira di navbera mirov, bîranîn û cihan de. Ev pêwendî ne bi peyvan, lê bi deng, rîtm û hestên muzîkjen re ava dibe."
Hunermendê bal kişand ser taybetmendiya muzîka Kurdî û got: "Di civaka Kurdî de muzîk tenê ji bo dilxweşiyê nebûye; muzîk amrazek e ji bo vegotina çîrokan û veguhastina bîranînan ji nifşekî bo nifşekî din. Deng û awaz dikarin cihekî, rûdanekê an jî hestekî di kûrahiya mirov de zindî bikin."
Derbarê melodiyên ku ji bo Hewlêrê lê dide, Nêrgiz Ezîz wiha axivî: "Gava ez awazekê ji bo cihekî lê didim, hestek di hundurê min de hişyar dibe ku ne tenê bi awazê re, lê bi çand, dîrok û mirovên wê herêmê re jî girêdayî ye. Muzîkjen dikare bi amûreke muzîkê sînoran derbas bike û bibe peyama evîna bajarekî. Li vir hêza cografyaya muzîkê derdikeve holê; huner dikare bajarekî bêyî peyvan di dilê mirov de ava bike."
Nêrgiz Ezîz xelka Silêmaniyê ye û niha li Ewropayê dijî. Wê Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê temam kiriye û niha xwendekara beşa "Muzîk û Tenduristiyê" ye. Her wiha Ew li ser dîroka amûrên muzîkê di çandên cuda de lêkolînan dike.