Rojnamevan û nivîskarê navdar ê Dihokê Şivan Tewfîq wexera dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzer, rojnamevan û nivîskarê navdar ê bajarê Dihokê Şivan Tewfîq piştî rûbirûbûna nexweşiyeke giran wexera dawiyê kir û duhî (Şemî, 22ê Tebaxa 2026ê) di merasîmeke berfireh de li goristana Şaxkê ya Dihokê hat veşartin.
Duhî li goristana Şaxkê ya bajarê Dihokê, bi amadebûna hejmareke zêde ya xelkê bajarî, di nav de rojnamevan, nivîskar, berpirsên dezgehên rêveberiyan û rewşenbîran, cenazeyê parêzer û rojnamevanê navdar Şivan Tewfîq hat veşartin.
Rehmetî Şivan Tewfîq di jiyê 57 saliyê de bû û endamê Tayê Dihokê yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bû. Wî gelek xizmeta dîroka bajarê Dihokê kiriye; xasma jî bi rêya amadekirina albûma xwe ya naskirî "Dihoka Kevn" ku wekî çavkaniyeke giring a belgenameyî û dîrokî bo bajarê Dihokê tê dîtin.
Li gorî zanyaran, Tewfîq ji meha Çileyê (1) ya îsal ve tûşî nexweşiyeke giran bûbû. Ew nêzîkî 10 mehan bi wê nexweşiyê re di nav têkoşînê de bû û bo wergirtina çareseriya bijîşkî gelek caran serdana nexweşxaneyan kiribû, lê li dawiyê wexer kir.
Di merasîma veşartinê de, kurê wî bi rêya Kurdistan24ê spasiya hevxemiya xelkê bajarê Dihokê kir û got: "Ez spasiya hemî xelkî dikim, ku di vê rojê de li gel me bûn û xemsarî nekir. Mala wan ava be."