Tîpa Hunerên Gelêrî ya Hewlêrê li Polonyayê çanda Kurdistanê nîşan da
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîpa Hunerên Gelêrî ya Hewlêrê bi pêşkêşkirina govend, muzîk, stranên resen û bi cilûbergên kurdî, beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Folklorî ya bû ku li bajarê Plock ê welatê Polonyayê hat lidarxistin.
Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Hewlêrê û serokê şandeya Kurdistanê Sirwan Osman îro 23ê Tebaxê ji Kurdistan24ê re ragihand, di festîvala îsal de ligel koma Kurdistanê, komên hunerî yên ji welatên wekî Spanya, Letonya, Ukrayna û Brezîlyayê jî beşdar bûne.
Sirwan Osman diyar kir, wan bi çar tabloyên hunerî yên bi navê "Jiyan li Gund" beşdarî kiriye. Di nav van tabloyan de mijarên wekî "Dirûne", "Ladê", "Merîwan" û "Seyran" hatin pêşkêşkirin.
Osman li ser hilbijartina vê navnîşanê got: "Me xwast em nîşan bidin ku gund di civaka kurdî de ne tenê cihê niştecîbûnê ye; lê belê gund bingeha çand, hevkarî, jiyana civakî û hunera me ya resen e. Armanca me ev bû ku em perçeyek ji jiyana kurdewarî û kelepora xwe bigihînin ser dikê cîhanî."
Serokê şandeya Kurdistanê bal kişand ser girîngiya vê beşdariyê û destnîşan kir ku huner zimanekî gerdûnî ye û got: "Ev ne tenê govendsazî û stranbêjî ye, lê derfetek e ku em Kurdistanê bi zimanê hunerê bidin naskirin. Ev festîval dibe pirek ji bo danûstandina çandî di navbera gelan de û ji bo dîplomasiya çandî qadeke girîng e."
Osman her wiha anî ziman ku dîtina Ala Kurdistanê û cilûbergên kurdî di nav komên cuda yên cîhanî de, reng û dengekî taybet daye festîvalê û ev yek dê di paşerojê de bibe bingehê peywendiyên nû yên hunerî.
Tîpa Hunerên Gelêrî ya Hewlêrê ku di sala 1979an de hatiye damezrandin, yek ji komên herî kevn û bi ezmûn ên Kurdistanê ye. Kom ji roja damezrandina xwe ve bi berdewamî beşdarî çalakiyên navxweyî û navneteweyî dibe, da ku hunera kurdî biparêze û bigihîne nifşên nû.
Festîvala Navneteweyî ya Folklorî ya Vistulayê di 17ê Tebaxa 2026an de li bajarê Plockê dest pê kir û şeş rojan bi çalakiyên curbecur berdewam kir.