Egîtîm-Sen: Li Tirkiye bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bêpar in
Enqere (K24) – Li Enqereyê 6emîn Komcivîna Perwerdehiya Demokratîk hat lidarxistin. Di komcivînê de rê û rêbazên perwerdehiyeke demokratîk tên gotûbêjkirin. Perwerdehiya zimanê zikmakî jî mijareke sereke ye ku beşdaran ragihand li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bi milyonan kes taybetî xwendekarên Kurd hêj ji vî mafî bêpar in û divê statuya zimanê Kurdî di warê hiqûqî de jî bê mîsogerkirin.
Li Enqereyê ji aliyê Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) ve bi dirûşma "Ji bo Azadî û Wekheviyê" 6emîn Kongreya Perwerdehiya Demokratîk birêve diçe. Di komcivînê de veguherîn û pirsgirêkên perwerdehiyê yên li Tirkiye û cîhanê bi rêya atolyeyan tên nîqaşkirin. Di komcivîna ku ligel endamê şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar gelek nûner, zimanzan û akademisyenên biyanî-xwecihî beşdar bûn de, li ser rêyên çareseriya perwerdehiyeke wekhev û azad xebat dê bên meşandin.
Serokê Giştî yê EGITIM-SENê Kemal Irmak ji K24ê re got: “Tirkiye di proseyeke krîtîk re derbas dibe. Ji 2012an ve di perwerdehiyê de guherînên mezin çêbûn, gihîştina zarokên xizan ya perwerdehiyê zortir dibe. Dev ji perwerdehiyeke zanistî û laîk hat berdan, olîkirin serdest bûye. Perwerdehiya pîşeyî bûye amûra zarok-karkirinê; zarok dimirin, rastî destdirêjiyê tên. Em ê li ser perwerdehiyeke laîk, beheq, zanistî û wekhevî-zayendî bipeyivin, gotarên demokratîk amade bikin."
Ligel ku endamên Sendîkaya Mamosteyan a Herêma Kurdistanê girîngiya perwerdehiya bi Kurdî tekez kirin, di komcivînê de hate ragihandin ku tevî proseya aştiyê politikayên bişavtinê berdewam in û divê statuya zimanê Kurdî di warê hiqûqî de jî bê mîsogerkirin.
Endamê Sendîkaya Mamosteyan a Herêma Kurdistanê Ehmet Sabîr Abdulmoham got: “Li her çar parçeyên Kurdistanê komên me yên mamosteyan hene.Em dixwazin di pêş de li bajarê Hewlêrê bo zimanê Kurdî konferansekê bikin ku hemû mamosteyên Kurdistan, hemû layen beşdar bibin; Yên Kurdên li Başûr, Bakûr, li Rojava li Rojhilat herwiha li derveyî Kurdistan ku li Ewropa dijîn. Îro bi piştgirî û vexwendina Egîtım-Senê hatin ku her kesek bi zimanê dayikê xwe bixwîne û azad bê û hêvî ew e ku ew proseya aştiyê karîgeriyê li ser pêşketina zimanê Kurdî bike.”
Sekreterê Giştî yê EGÎTÎM-SENê Zulkuf Guneş dibêje: “Pirsgirêk roj bi roj zêde bû heta îro. Ev sedsal in bişaftin û tunehesibandin li ser bajarên Tirkiye hate meşandin. Pêwîste li Tirkiye zarok li her bajarî li ser zimanê xwe perwerdeyê bibîne, ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bi zimanê xwe divê perwerde bibin. Lê maf nayê dayîn. Bi milyonan zarok li Tirkiye ji vî mafê xwe bêpar in.”
Di komcivînê de dê perwerdehiya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê zikmakî, têgihiştineke zanîngeheke xweser û demokratîk, azadiya zanistiyê, wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî polîtîkayên zayendîparêz jî dê bibin mijarên rojevê.