Wêneyên Murîd û Adem li ser bergên pirtûkên perwerdeyê hatin danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo geşkirina hesta neteweyî û welatparêziyê di nav nifşên nû de, wêneyên du zarokên sembol Murîd û Adem xistin ser bergê pirtûkên waneya Kurdî.

Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di pêngaveke watedar de, wêneyên du zarokên ku bi hestên xwe yên niştimanperwerî dihatin naskirin, wekî bergê pirtûkên waneya Kurdî ya qonaxa bingehîn hilbijartin. Murîd Goran û Adem Çiya, ku di dema xwepêşandanên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de bûbûn sembol, niha di polên xwendinê de dibin mînak ji bo hevalên xwe.

Murîd Goran, ew zarokê ku bi memikemije di devê xwe de û alaya Kurdistanê li ser milên xwe, di xwepêşandanên Silêmaniyê de bûbû sembola piştgiriya bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê. Wêneyê wî yê wê demê di medyaya civakî de deng vedabû û wekî "sembola piçûk a berxwedanê" hatibû naskirin.

Adem Çiya. tevî ku xwedî pêdiviyên taybet e, bi darikên xwe yên meşê û bi ruhê xwe yê bilind di xwepêşandanên Hewlêrê de cih girtibû. Adem bûbû sembola "kolnedanê" û vîna xurt a zarokên Kurd di parastina dozên neteweyî de.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd derbarê vê pêngavê de ji Kurdistan24ê re diyar kir, wan xwastiye van her du mînakên tije hestên welatparêziyê bikin malê perwerdeyê. Herwiha destnîşan kir, armanca wan a sereke ew e ku nifşên pêşerojê bi hestên niştimanperwerî û bi bîreweriya neteweyî mezin bibin.

Adem Çiya, ku wêneyê wî niha li ser pirtûkê ye, dilxweşiya xwe anî ziman û got ku dîtina wêneyê wî li ser pirtûkan ji bo wî rûmeteke mezin e. 

Her wiha dayika Murîd, Gulale Mihemed jî kêfxweşiya xwe anî ziman û destnîşan kir ku ev gav nirxdayîneke mezin e bo ked û hestên zarokên wan.

Ev pêngava Wezareta Perwerdeyê, di nav raya giştî û li ser torên civakî de jî wekî gaveke serkeftî û perwerdekarî hat nirxandin ku tê de girîngiya nasnameya neteweyî di perwerdeyê de derdikeve pêş.