Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt Îmaratê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gihîşt welatê Îmaratê û biryar e ligel serokê wî welatî bicive.
Li gorî ragihandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê, 01ê Îlona 2026an, bi serdaneke fermî gihîşt Ebû Dabî ya paytexta Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî yên Îmaratê.
Di ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de amaje bi wê yekê hatiye dan ku biryar e Mesrûr Barzanî di serdana xwe de ligel Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemmed bin Zayid Al Nehyan bicive.
Serdana dawiyê ya fermî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Îmaratê di 2ê Sibata 2026ê de bû.
Ew serdan li ser vexwandina fermî ya Cîgirê Serokê Îmaratê û Hakimê Dubayîyê Şêx Mihemmed bin Raşid Al Mektûm bû, bi merema pişkdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubeyîyê.
Di perawêza wê lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareka civînên astbilind ligel berpirsên Îmaratî (ji wan jî Serokê Îmaratê Şêx Mihemmed bin Zayid Al Nehyan û Cîgirê Serokê Wezîran û Wezîrê Navxwe Şêx Seyf bin Zayid) û serkirdeyên din ên pişkdarbûyî yên wê lûtkeyê kir.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di astekî pir baş de ne û di heyama çend salên borî de berdewam berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê serdana wî welatî kiriye.
Hewlêr û Ebû Dabî peywendiyeke aborî û dîplomatîk a bihêz heye û gelek kompanyayên mezin ên Îmaratî li Herêma Kurdistanê di warên mezin ên enerjî û veberhênanê de kar dikin.
Herwesa Îmaratê konsulxaneya xwe ya giştî li Hewlêrê heye û her du alî berdewam tekezê li ser berfirehkirina peywendiyên bazirganî û siyasî yên di navbera xwe de dikin.